Sembolîzma Heywanan di Gotinên Pêşiyan yên Kurdîya Kurmancî û Îngilîzî de: Lêkolîneke Hevberkirinê
Ev lêkolîn, xebatê li hevbekirina sembolîzma heywanan ya di gotinên pêşiyan yên Kurdîya Kurmancî û Ingilîziyê da dike, da ku diyar bike ka çawa ev herdu çandên cuda reftarên mirovî û nerîtên civakî bi rêya fîgûrên heywanan bi kar tîne. Herwisa ew vedikole dike ka çawa ziman rengvedana dîrok û jîngeha civakê dike. Lêkolîn şirovekirina babetî ya çendanî (qualitatîf) ya 40 gotinên pêşîyan ji herdu zimanan dike. Xebatbi taybet cextê li sembola her yek ji van heywanan – rovî, se (seg), teyr (balinde), şêr û ker (guhdirêj) û şirovekirina babetê wesifkirina her heywanekî dike. Bo mina, zîrekî, wefadarî, bêaqilî, herwisa şêwazên sembolîk ên berfirehtir diyar dike. Encama xebatê nîşan didin ku herdu ziman heywanan wek metafor bi kar rînin da ku nirxên civakî, şîretan, hişyarî û çavdêrîkirina xwezaya mirovan vebêjin. Bo mînak, rovî, bi awayekî gerdûnî bi zîrekiyê û fêlbaziyê ve girêdayî ye û şêr di herdu çandan da bi hêz û wêrekî tê sembolîzekirin. Lê belê, gotinên pêşîyan ên her çandekê pêtir giringiyê bi hinek nirx û bihayan didin. Gotinên pêşîyan ên Kurdî pir caran cextê li pendiyarîya kontekstî û rolên civakî dikin, di heman demê de gotinên ingilîzî zêdetir li ser taybetmendiyên takekesî û waneyên rewiştî (exlaqî) baldar in. Di dawiyê de, lêkolîn bal dikişîne ser wê ku gotinên pêşîyan wek amûrekî dewlemend bo veguhastina nasnameya çandî û têgihiştina jîngehperwerîyê xizmetê dikin,
herwisa wekhevîya navçandî û cudahiyên zimanî yên bêhempa aşkera dikin.